Discover millions of ebooks, audiobooks, and so much more with a free trial

Only $11.99/month after trial. Cancel anytime.

Gulnuxwîn
Gulnuxwîn
Gulnuxwîn
Ebook218 pages3 hours

Gulnuxwîn

Rating: 0 out of 5 stars

()

Read preview

About this ebook

Li Kurdistanê ez hatime dinyayê û dê û bavê min her du jî Kurd in. Ji ber ku qismekî jiyana min a zaroktiyê li dûrî Kurd û Kurdistanê derbas bû, heta pazdeh saliya xwe min baş nizanîbû bi Kurdî biaxivim. Dê û bavê min, ne wisa bûn. Ew li Kurdistanê hatibûne dinyayê û li wir mezin bûbûn. Ji ber vê yekê jî bi rengekî suruştî bi Kurdî, Erebî û Tirkî baş dizanîbûn. Lewra ev her sê ziman jî li herêmê dihatin axaftin.

Ji ber ku li ser zimanê Kurdî gelekî zor zext hebûn û ji devreyî welêt desthilatiyê çand û jiyana herêmê red dikir, nifşên nû jî hêdî hêdî ji çand û zimanê xwe dûr diketin. Êdî ew kesên ku ji çanda xwe dihatin dûrxistin, li dijî vê neheqiyê dest bi têkoşînekê kirin. Desthilatdariyê axaftina bi Kurdî weke sebeba şer qebûl kir û hinekan li dijî vê qirkirina çandî, bi ruh û canên xwe û hinekan jî li mala xwe bi axaftina zimanê xwe têkoşîn kirin. Min li nava civaka biyanî xwe neveşart û bi serbilindî zimanê xwe pêşkêş kir û bi vî rengî min têkoşîna xwe da ku ez xwe bi derdora xwe bidin qebûlkirin.

LanguageKurdish
Release dateOct 10, 2021
ISBN9781005491116
Gulnuxwîn
Author

M. Fehmi Acat

1977’de Mardin ili Derik ilçesinde doğdu. Diyarbakır İmam Hatip Lisesi ve Niğde Üniversitesi Eğitim Fakültesini bitirdi. Mardin Kızıltepe ilçesi Yüceli ilkokulunda öğretmenliğe başladı ve yurdun değişik bölgelerinde görev yaptı.Birçok sivil toplum kuruluşunda toplum yararına faaliyetlerde bulundu. Farklı internet sitelerinde yazıları yayınlandı. 10 Temmuz 2016 tarihinde “hükümete muhalif olma” ve “sivil toplum kuruluşlarına üye olma” gerekçeleriyle tutuklandı. Tutuklu olduğu esnada yayımlanan 672 sayılı KHK ile devlet görevinden çıkarıldı. 2 Şubat 2018’de tahliye oldu. Baskıların devam etmesi ve hukuki yargılanma hakkı elinden alınan yazar Türkiye’yi terk etti. Halen İsviçre'de ikamet etmektedir.

Reviews for Gulnuxwîn

Rating: 0 out of 5 stars
0 ratings

0 ratings0 reviews

What did you think?

Tap to rate

Review must be at least 10 words

    Book preview

    Gulnuxwîn - M. Fehmi Acat

    GULNUXWÎN

    M. Fehmi Acat

    Published by Crab Publishing at Smashwords

    Copyright © 2021 Crab Publishing

    Hemî mafên wê parastî ne. Bêyî destûra vê weşanxaneyê, qismekî vê wêşanê, bi tu rengî û bi tu armancan nayê zêdekirin, nayê belavkirin û di bingeha daneyekê de nayê veşartin.

    Ev e-pirtûk, tenê ji bo ku hûn bi kar bînin hatiye qeydkirin. Ev e-pirtûk nayê frotin û ji bo kesekî din nayê belavkirin.

    Heke hûn bixwazin vê pirtûkê parve bikin, ji bo her kesekî qopyayekê bikirin. Heke hûn vê pirtûkê dixwînin lê hun nakirin an jî tenê ji bo bikaranîna we nehatibe kirîn, ji kerema xwe teslîmî wî kesê ku kiriye bikin û ji bo xwe jî qopyayekê bikirin.

    Ji bo ku we li hember keda nivîskarê me rêz girtiye, em spasiya we dikin.

    Gulnuxwîn

    M. Fehmi Acat

    Nimreya Weşanê:: 115

    Roman: 7

    Derhênerê Weşanê: Ali Topdağ

    Edîtor: Mehmet Ali Özcan

    Amadekirina Cildî: Nazende Bahar

    Amadekariyên Teknîkî: Yücel Darcan

    Dîroka Weşanê: 10 Cotmeh 2021

    E-book ISBN:

    Web: https://crabpublishing.com

    E-posta: info@crabpublishing.com

    M. FEHMİ ACAT

    Di sala 1977an de li navçeya Dêrika bajarê Mêrdînê hatiye dinyayê. Lîseya Îmam Hatîbê ya Amedê û piştre jî Fakulteya Perwerdehiyê ya Nîxdeyê xwendiye. Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dest bi mamostetiyê kiriye. Li welêt li gelek herêmên cuda wezîfe kiriye.

    Di nava gelek saziyên civakî de li bo alîkariya gel xebitiye. Di hinek malperên înternetê yên cuda de nivîsên wî hatine weşandin. Di 10ê Temûza sala 2016an de bi tometa dijberiya hukûmetê û endamtiya saziyên civakî hatiye girtin. Di dema girtinê de bi biryara di hukmê zagonê de ya bi hejmara 672an ji wezîfeya dewletê hatiye dûrxistin. Ji ber ku zext û zordariyê li serê dewam dikir û mafê darizandina qanûnî ji destê wî hate derandin, nivîskar Tirkiye terk kiriye. Niha jî li Swîsreyê rûdinê.

    Berhemên wî yên ku li ser Crab Publishingê hatine weşandin:

    1.Danêr

    2.Hutbeyên Medreseyên Yusufîyê

    3.Gunhê min çi bû? (helbest)

    4.Navên wan Yusuf bûn.

    5.Ez dilê xwe ji te re dihêlim (helbest)

    Bîsmîhî Subhanehu.

    Xwedê bike sebeba xêr û bêran…

    PÊŞGOTIN / XWEREXNEKIRIN

    Li Kurdistanê ez hatime dinyayê û dê û bavê min her du jî Kurd in. Ji ber ku qismekî jiyana min a zaroktiyê li dûrî Kurd û Kurdistanê derbas bû, heta pazdeh saliya xwe min baş nizanîbû bi Kurdî biaxivim. Dê û bavê min, ne wisa bûn. Ew li Kurdistanê hatibûne dinyayê û li wir mezin bûbûn. Ji ber vê yekê jî bi rengekî suruştî bi Kurdî, Erebî û Tirkî baş dizanîbûn. Lewra ev her sê ziman jî li herêmê dihatin axaftin.

    Ji ber ku li ser zimanê Kurdî gelekî zor zext hebûn û ji devreyî welêt desthilatiyê çand û jiyana herêmê red dikir, nifşên nû jî hêdî hêdî ji çand û zimanê xwe dûr diketin. Êdî ew kesên ku ji çanda xwe dihatin dûrxistin, li dijî vê neheqiyê dest bi têkoşînekê kirin. Desthilatdariyê axaftina bi Kurdî weke sebeba şer qebûl kir û hinekan li dijî vê qirkirina çandî, bi ruh û canên xwe û hinekan jî li mala xwe bi axaftina zimanê xwe têkoşîn kirin. Min li nava civaka biyanî xwe neveşart û bi serbilindî zimanê xwe pêşkêş kir û bi vî rengî min têkoşîna xwe da ku ez xwe bi derdora xwe bidin qebûlkirin.

    Ez tu caran ji zimanê xwe qut nebûm lê tu caran jî ez nebûm xwediyê zimanê xwe. Perwerdehiya ku min standibû ez mecbûr kiribûm ku zimanê Tirkî hînî wan zarokan bikim ku qet bi Tirkî nizanîbûn. Min zarokên Kurd û Ereban hîn kirin ku li gorî gramerê, bi Tirkî binivîsin û bixwînin.

    Zarokên di polên min de nizanîbûn ku ez bi Kurdî dizanim û li gorî keyfa xwe bi Kurdî diaxivîn. Keyfa min jî ji vê yekê re dihat û min nedihişit ev leyîsk xira bibe. Wextê ku fêhm dikirin ku ez bi Kurdî dizanim, hem ji xwe fedî dikirin û hem jî hezkirina wan a ji bo min zêdetir dibû.

    Her çi qas ez bi tevahî ji zimanê xwe qut nebûbûm jî piştre min fêhm kir ku ji deryayê; min, tenê dilopek vexwariye û bi vê dilopê min xwe li jiyanê girtiye. Piştî demeke dirêj min fêhm kir ku ez bêav mame û ji nû ve min da rê. Ji bo ku ji insanên ji bo çand û zimanên xwe têkoşînê dikin re alîkariyekê bikim û di nava nifşên nû de belav bikim, ez vê romana xwe bi Kurdî diweşînim.

    Mirovên li Kurdistanê terzê jiyana talanker qebûl nekirin û li dijî vê zordestiyê bi rengên cuda li ber xwe dan. Di vê pirtûkê de hûn ê serdemeke jiyana hinek ji van mirovan bibînin. Jiyanên qurmiçî, hêviyên jiyanê û rêbazên têkoşînê yên cur bi cur… Ev pirtûk romaneke honakê ye ku ji jiyana wan kesên ku li Tirkiyê jiyaneke zor û cuda hilbijartine hatiye girtin. Jiyanên di romanê de li ser jiyanên rastî hatine avakirin.

    Li hemberî zimanê min gelek berpirsiyariyên min hene û ez nikarim deynên xwe bidim. Êdî ez jî romana xwe diwergerînim Kurdî û diweşînim û bi vî rengî dixwazim hinekî wezîfeya xwe bînim cih. Mixabin Kurdiya vê pirtûkê, ne eydê min e. Ji bo ku ji wergêrê pirtûkê re hinek pirsgirêk çênebin, me niha eşkerekirina navê wî taloq kir.

    Weke Gulnuxwîna ku stuxwar şîn dibe, kesên ku qedera wan reş û tarî be; berhemên wan ên edebî jî stuxwar û dilhezîn dibin. Ew nifşên ku bi perîşanî, belengazî, têkçûn û neçariyê mezin dibin, teqez berhemên wan ên edebî jî ji vê yekê nesîbê xwe digirin.

    Ez hêvî dikim ku ji bo bidawîkirina van nexweşiyan ev berhem bibe gavek. Ez ji her kesî hêvî dikim ku li zimanê xwe xwedî derkevin, biparêzin û wî bi pêş ve bibin. Min pirtûka xwe ji bo sêzdeh Gulnuxwînan nivîsî ku hesabê wan mabû mahşerê. Ez vê pirtûka xwe diyarî hevalên xwe yên qawîşa girtîgehê –ku di dema nivîsandinê de min serê wan pir êşand- û hemî girtiyên azadiyê dikim.

    M. Fehmi Acat

    - 1 -

    Li cihê ku xwe herî zêde biqedir hîs dikir bû, li ser sifra xwarinê ku ji aliyê diya wê ve hatibû amadekirin û heftê te’amên ji hev xweştir li serê hatibûn rêzkirin.

    Jiyana wê pir zor û zehmet bû, lê tevî vê jî hema çawa ba ku derfeta xwe didît di hefteyê de rojeke xwe bi malbata xwe re derbas dikir. Êdî xwe hew girt û pêşiyê ji pelçimên bi zeytê dest pê kir. Yek, dido, sê; û pêde diçû. Di carekê de dikarîbû hemî pelçimên di nîvê sifreyê bixwe. Êdî pariyên xwe necûtî dixwarin. Divê bi xwe karîbana. Lewra divê dilê wan xwarinên dî jî jê nemabana. Dibû ku careke dî ew bi destên wê neketibana. Lewra şorbenîska ku gava dî hatîbû ber wê, bêhna wê çikandibû û hilma wê ya xweş di bêhvilê re derbasî hinavê wê dibû û li hemî laşê wê belav dibû. Weke ku sûcekî wê hebe, çetelê xwe danî alîyekî.

    Şorbenîsk ji çavkaniya xwe derdikeve û ji bo xwe bigihîne menzîla xwe ya eslî, di qirikê de xwe berdide me’dê û te’ma wê ya bêhempa li dil û hinavê wê belav dibe.

    Li keviya sifreyê fasûliya di dîzikê de hebû û weke ku bibêje va ye ez jî li vir im bêhna wê difûrî. Weke her car, nikarîbû xwe li hêviya serwîsa diya xwe bigire. Goştê di nava xwarinê de weke hev hatibûn hûrkirin û tam di heddê xwe de kelîbû û di devê wê de weke ku bihele belav dibû û ji ber xwe bi rêya xwe de dimeşî.

    Diya wê tirşiyê tiroziyan jî bi wan destên xwe yên nazik pir xweş çêdikir û car caran ji wî tirşiyê xweş jî te’m dikir. Li gorî wê; jêhatîbûna diya wê, di dinyayê de karê herî zehmet bû.

    Singa mirîşkê ya ku weke rengê hinarê hatiye qelandin û girara birincê ya bi nîvişk hatiye çêkirin; li ser sifreyê, zêde li hev dihatin.

    Xesên nava seleteyê weke tayê rihanê hatibûn hûrkirin û têr lîmon û ava hinarê malê jî seleteyeke niwaze derxistibû holê. Vê jî rengekî cuda dida sifreya têr û tijî.

    Carinan bavê wê digot, ka bêje hefteya te çawa derbas bû? Lê belê weke ku ew qet tiştekî nabihîze, xwarina xwe dixwar û nedihişt ku tiştek bikeve neqeba wê û vê xwarina xweş de.

    Diya wê carinan xwe nedigirt û jê re digot; çawa ku tu wiha dil didî vê xwarina xweş, te dil dabana yekî levhatî, şîr helal û li gorî malbata me, wê çi baş bûbana. Wêxtê ku diya wê ev digot, wê digot hiii qey êdî tu ji min aciz bûye û peyva wê pişt guhê xwe dixist.

    Diya wê Zerrîn Xanim, kebaniya malê bû. Lê wextê ku tu bibêjî kebaniya malê mirov hêz û jêhatîbûna wê ya binavûdeng dixe nava tu peyvên pir qels û sivik. Ew bi xwe ji gelek aliyan ve pêşketî û di gelek qadan de bûbû serdest û pispor.

    Li gelek herêmên Anatolyayê geriyabû û hemî serpêhatiyên jiyana xwe ji xwe re kiribûn dewr û ders û ev serpêhatî û zanînên xwe ji heval û derdora xwe re jî digotin.

    Fanêreyên gelekî xweşik dihûnandin. Mêvanên wê yên ku li zanîngehê dihatin cemê û hema bêje hemî hevkarên wê; fanêre, destmal û lepikên wê yên bi neqşên spehî li xwe dikirin.

    Hemî hevalên wê yên ku li ber qedera xwe rabûne û ji mala bavê xwe derbasî mala mêrê xwe bûne, di cîhazên wan de neqş û xemla bi keda destên Zerrîn Xanimê û nûra çavên wê hebûn. Ji her herêmê neqş û xemleke cuda hîn bûbû û jiyan wisa kêl bi kêl dihûnand.

    Wextê ku ji keçikên bi dergistî re digot ez ê we bi van neqşan wisa bi hev ve girê bidim ku heta hetayê hûn ji hev neqetin û hûn ê şad û bextewar bijîn; ji keyfa, xwe winda dikirin.

    Kê xwestibana jî ji wan re dibû alîkar û ders dida wan. Şîreta wê ya herî mezin ev bû û ji wan re digot tiştên ku ji destên we derketin, hûn dikarin careke dî wan bi dest bixin, lê tu caran kêlekê derbas nekin.

    Neqş û motîfên gul, pel û beybûnan ku her kesî dixwest li ser xwe bibînin; li cem wê pir hêsan bûn û bi hêsanî ji derdora xwe re digotin.

    Hê negotî "tu bi xêr hatî, bi du bistikên 3,25an, dest bi hûnandina kokaneke tayê xelekî dike û bi heştê kêlan rêza pêşî xilas dike û piştre jî hijmara kêlan dadixe çil, bîst û dehan û temam dike û serê tayekî dirêj dihêle û wî tayî diqetîne. Piştre ta bi derzîya eba ve kir û di nava kêlên di bistê re derbas dikir û yeko yeko ji tayî derdixist. Rûyê gulê yê ku dikene têne alîyê derve û ji nîvî li dora wê digerîne û şekil didiyê. Dike ku tişta hûnandî bikaribe bizîvire û şekil dide gulê. Gul dikeve şeklê melxezkeke piçûk û bi derziyeke devgirtî, bi çakêt û fanêreyan vê dike. Keçika ku ji hezkiriyê xwe baqek le’le bistîne, tu caran ev qasî dilşad nabe. Ji ber vê yekê di cih de dirajina bistên xwe û dixwazin ku ew jî ‘eynî tiştî bikin. Di wê navberê de Zerrîn Xanim bi dil û can ji mêvanên xwe re hinek îkraman rêz dike.

    Cîranên Zerrîn Xanim, bêyî wê nediçûne bazara roja yekşemê. Tirşî, xweşav û seleteyên ku bi tarîfa wê dihatin çêkirin sohbeta wan xweştir dikir.

    Di rojên germ ên havînan de hemî balqonên apardimanê bi yek sebze û fêkiyê dihatin xemilandin û ev fêkiyên hişkkirî, zivistanan sifre dixemilandin. Kê gotibana ku li balqonan avbacanê çênekin jî, wê guhê xwe nedida wan û digot ku xwarina bê avbacana malê, bête’m e. Zerrîn Xanim di demeke kin de hem bû Mamosteya tarê û hem dayîka wan.

    Mamostetî, karê wan ê malbatî bû. Murtaza Beg li çar aliyên Anatolyayê mamostetî kiribû û xebata xwe bi dawî kiribû. Lê gelekî bêriya karê xwe dikir. Çûbana kû derê, dostanî û hevaltîyeke jidil pêk tanî û bi vî rengî bêhna xwe vedikir. Ji dil û can ji Anatolyayê û ji kevneşopiya wê hez dikir. Piştî ku keça wî ya bi tenê zanîngeh qezenc kir, li Stenbolê bi cih bûbûn.

    Piştî ku Fîlîz zanîngeh xilas kir û dest bi kar kir, li aliyê Ewrûpa yê Stenbolê xaniyek girtibû, lê hefteyê carekê rêya xwe didît û dihat li malê bi hev re xwarin dixwarin.

    Mêvanê xwarinê yê çaran jî pêşkêşvanê nûçeyan bû ku serê nîv seetê nûçe pêşkêş dikirin. Murtaza Beg ku wextê wê dihat, radyoya bi megafon ya li ser maseya xwe ya taybet vedikir û dengê wê kêm dikir. Wî dizanîbû ku her wextî guhekî keça wî jî lê bû.

    Fîlîz rojnamevanî xwendibû. Nûçegihaneke serkeftî bû. Piştî ku çend hevpeyvînên girîng pêk anîn, êdî deriyên li pêşiya wê vebûbûn û pêvekên roja yekşemê lê digeriyan her dem. Kariyera wê bilind dibû û ji gelek rojnameyên hêja teklîf jêre dihatin. Lê belê wê dixwest ku li cihê ku dest pê kiriye, dewam bike.

    Êdî guhê wê li nûçeyên ajansê bû û guhê xwe nedida tu kesî û di ber re jî ketibû ser xwarina xwe de.

    Pêşkêşvan bi dengê xwe yê zirav nûçe pêşkêş dikirin û weke pelçimên ku Fîlîz gihandine ber xilasekê nûçe jî bi ser guhên guhdaran da bê hes û deng diherikîn.

    Carekê hêdîya sekinî. Nûçeyeke ku di nava nûçeyên siyasetê yên pûç û vala de winda bûbû, bala wê kişand.

    Heta niha weke ku hefteyekê birçî maye, xwarina xwe bi eşq û şewq dixwar. Lê ev pariyê taliyê di qirika wê de asê ma û nediçû xwarê. Dikarîbû binê hemî sênîkan bide tavê, lê niha pariyek jî di qirika wê de nediçû xwarê.

    Nedixwest ku vê rewşa xweş xira bike û ji ber vê yekê hêdî hêdî kevçiyê xwe di xwarinê de dikir û dewam dikir. Lê belê diya wê ferq kir ku êdî lêvên wê dire’erin. Lewra çavên diya wê her dem lê bûn.

    Êdî girara bi nîvişk û seleteya bi zeytê, weke her car nedihate xwarin, di devê wê de diçû û dihat. Di dilê wê de tiştek hebû û nedihişt ku xwarinê daqurpîne. Êdî ferq kiribû ku pergala serifandinê, ne lebateke ku ji dev dest pê dike û heta bi me’dê diçe. Ew hêza ku ji hinavê wê dihat û nedihişt ku xwarinê bixwe, ne me’de bû; ew dil bû ku xwînê li her aliyê laşê mirovan belav dike.

    Ew xwarina ku ji dil û can dixwar, weke xerca ku mirov berdide bingeha avahiyan, ketibû ser dilê wê.

    Tevî ku wê êşê dil û canê wê direcifand jî, bi devkenî ji diya xwe xwest ku çêniyekî şîraniya rewaniyê bide wê.

    Weke gelek taybetiyên diya wê, têra pirtûkeke tijî çêkirina şîraniyan jî dizanîbû.

    Sekna ardikê zer, bêdawîtî bi bîr tanî, serve weke rengê qehweyî hatibû qelandin û gwîz û gwîza hindê li serê hatibû reşandin û bi vî rengê xwe weke hûnerekî bêhempa xuya dikir.

    Şîrikê şîraniyê di nava terkên hêvîr de weke ava çeman diherikî û terkên wê tijî şekir û gezo dikir. Wextê ku di hundirê devê wê de hûr û belav dibû, te’meke wisa xweş dida ku weke mirov xwe ji çiyayekî berde binê kûrahiya deryayê.

    Wextê ku rahişte şîraniyê, diya wê ferq kir ku çavên xwe jê didize. Carê sê çar çênî bi rehetî ji şîranî dixwar. Lê vê carê wextê ku çêniyekî tenê jî xwest, dengê wê yê şikestî, weke ku kêrekê li ser dilê dayîka wê bixe. Tevî vê jî ew nûçeya ku dilê keça wê xemgîn kiribû û di carekê de fera çavên wê vemirandibû, ferq nekiribû.

    Çav kire Murtaza Beg jî, lê dîsa jî tiştek fêhm nekir. Xwest ku wê rewşa gava dî, dîsa bîne û ji keça xwe re got, qey te xwarin nee’cibandin? Lê dîsa ew şahiya gava dî venegeriya. Çênebû.

    Armanca dayîka wê ya herî girîng ew bû ku zarokên xwe her dem bextewar bike û sûc û gunehan jî her dem bixe stûyê xwe. Got, heta min got ez li şîraniyê binêrim; ez dibêjim qey min fasûlî hinekî dereng pijandin. Nizanim ji ber ku hê nîvişk baş neqeliyabû, min birinc tevlî kir; hinekî bêhna wê kêm e an na? Wê baş fêhm dikir ku hemî pirsên wê di guhekî keça wê re diçûn û yê dî re derdiketin.

    Êdî bêhna dayîka wê gelekî teng bûbû, dilê wê mabû. Bi işareta Kamuran Beg, go de ka ez sifrê rakim.

    Ji bo ku sifreyê rake, alîkariya diya xwe dikir. Hem rewşa sifrê û hem jî pirsên di hişê xwe de bi hev re serast dikirin.

    Gelo çima malbateke her kesî tune bû ku her dem şad û bextewar bin?

    Gelo çima insan mirovan ji malbatên wan yên germ û bi rehm qut

    Enjoying the preview?
    Page 1 of 1